Diyarbekir ji tarîxê heta vêga her tim warê edîb û nivîskaran bûye. ji bo li bajarê qedîm nivîskarî cardin geş bibe projeya ‘ez jî nivîskar im’ hat lidarxistin.
Midûriyeta Perwerdehiya Peyasa Diyarbekirê ji bo xwendekaran teşwîqê xwendin û nivîsandinê bike projeya ‘Ez jî nivîskar im’ li dar xist.
Ji dibistanên cûda 10 hezar xwendekaran helbest û çîrok nivîsandin.
Lijneyê, berhem nirxandin û ji 216 nivîsan pirtûkek hat çapkirin.
Qeymeqamê Peyasê Arif Karaman, xwendekar û malbat li galaya pirtûkê hazir bûn.
Di bernameyê de pirtûka hevpar a xwendekaran hat danasîn.