Li Mêrdînê, ciwanên ku di çarçoveya “dinya ji mezopotamyayê ji nû ve tê nirxandin” de tên perwerdekirin, li cîhanê digerin. 20 ciwanên ku beriya niha li quds û li herêma balkanan geriyabûn, vê carê ji bo geşt û gerê çûn rûsyayê.
Şaredariya Mezin a Mêrdînê, ji bo geşt û gerê ciwanan dişîne derwelêt.
Heta niha nêzî 90 ciwan, li welatên cûrbicûr geriyan û deheqê wan welatan de bûn xwedî agahî.
Herî dawî, piştî perwerdeyeke 12 mehî jî 20 ciwan ji bo çûyîna Rûsyayê hatin hilbijartin.
Ciwanên ku wê biçin Rûsyayê jî, ji bo projeyeke wisa spasî Walî û şaredarê bajêr kirin.
Walî û Şaredarê Mêrdînê Mustafa Yaman jî got: “projeya me ya geşt û gerê wê dewam bike:
Walî û Şaredarê Mardinê Mustafa Yaman : Beriya niha me ciwanên xwe şandibûn Quds û Balkanan û Saray Bosnayê. Niha jî em ê ciwanên xwe bişînin 8 welatan. Me komên ewil şandibûn Elmanya, Belçîka û Hollandayê. Îşev jî em koma Rûsyayê bi rê dikin.”