Projeya islahkirina çeman

Di çarçoveya projeyê de pirên dîrokî tên restorekirin.

Projeya islahkirina çeman

Midûriya Bilîsê ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê par dest bi projeya islahkirina çeman kiribû. Di çarçoveya vê projeyê de pirên dîrokî tên restorekirin. Bi vê projeyê wê turîzma bajêr pêşve biçe.

Midûriya bajêr a Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Li navenda Bilîsê par dest bi projeya islahkirina çeman kiribû.

Di çarçoveya projeyê de hin avahiyên kevn hatin hilweşandin û 8 pirên dîrokî derketin holê.

Bi vê projeyê wê berhemên dîrokî yên bajêr ji bo turîzmê bên vekirin.

Piştî ku pirên dîrokî derketin holê bi dronan dîmen hatin qeydkirin.

Xebatên restorasyonê yên midûriyê dewam dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE