Projeya ji bo tiriyê Midyatê

Xebatên ji bo zêdekirina çandiniya tiriyê organîk dest pê kirin

Projeya ji bo tiriyê Midyatê

Ji bo zêdekirina çandiniya tiriyê organîk, li midyada mêrdînê projeyekê dest pê kir. Di projeyê de, ewilî li gundê heldexê perwerdeya çandiniya mêwan hat dayîn.

Li Midyata Mêrdînê ji bo zêdekirina çandinî û hilberîna tiriyê organîk projeyeke girîng tê lidarxistin.

Niha him ji bo hilberîneke baş û him jî ji bo zêdekirina çandiniya tiriyê organîk xebat tên meşandin.

Projeyê bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê, li gundê Heldexê dest pê kir.

Cotkarên gund, di warê nexweşiyên mêwan, gubreavêtin û kesaxa mêwan de hatin perwerdekirin.

Cotkarên ku hatin dersê balê dikişînin ser girîngiya çandiniya organîk.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE