Projeya li ser Geliyê Karsê

Geliyê Karsê wê potansiyela turîzma bajêr jî zêde bike.

Projeya li ser Geliyê Karsê

Înşaeta Geliyê Karsê dewam dike. Derdora sûka dîrokî tê avakirin. Çav li rê ye ku dema avakirina geliyê xelas bibe turîzma bajêr jî geş bibe.

Xebatên ji bo Geliyê Karsê bênavber didomin.

Kelha Karsê, bedesten, mizgeft, qesr û qonaxên dîrokî tên restorekirin.

Geliyê Karsê li ser 25 hezar metreçarçîkî tê avakirin.

Di nav projeyê de wê cih û warên geşt û bêhnvedanê jî hebin.

Waliyê Karsê Türker Öksüz jî serdana xebatan kir û derbarê projeyê de agahî da çapemeniyê.

Waliyê Karsê Türker Öksüz got,’’Bi vê projeyê re wê reng û rûyê herêmê biguhere. Ji bo Qersê jî wê karekî gelek baş be. berhemên me yên dîrokî û çandî hene li vir, em hemûyan restore dikin. Bi heman awayî em dixwazin di warê aboriyê de jî geşbûnek çêbibe ku refeha bajarê me pê re zêde bibe.’’

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE