Projeya rawestgehên çîrokan

Zarokên ku li benda otobûsan disekinin wê karibin li çîrokan guhdar bikin.

Projeya rawestgehên çîrokan

Midûriya Perwerdeya Bajêr û Şaredariya Sêrtê bi hev re dest bi projeya “Rawestgehên Çîrokan” kir. Li Sêrtê zarokên ku li rawestgehan li benda otobusan disekinin wê karibin li çîrokan guhdar bikin.

Şaredariya Sêrtê ji bo zarokan projeyeke balkêş da destpêkirin.

Bi piştgiriya Midûriya Perwerdê ya Bajêr ji bo zarokan rawestgehên çîrokan hatin avakirin.

Zarok û malbatên wan dema li rawestgehan bin wê bi qr kodê karibin xwe bigîhînin çîrokan.

Bi vê projeyê tê xwestin ku zarok hînî xwendinê bibin.

Projeya ku di serî de li 10 rawestgehan hat ceribandin, wê li tevahiya bajêr bê çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE