Jinên Mêrdînî di çarçoveya projeya sifir bermahiyê de bi bermahiyan; aksesuar, tiştên xemilandinê û çente çêkirin. her wisa bi van amûran pêşaneyek vekirin. li colemêrgê jî di çarçoveya projeya pirtûkxaneya sifir bermahiyê de bi malzemeyên ku hatibûn avêtin pirtûkxane hat vekirin.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jinan piştgirî dan Projeya Sifir Bermahiyan.
Jinan di çarçoveya projeyê de bi malzemeyên çopê û bermahiyan amûrên xemilandinê û çente çêkirin.
Amûrên ku hatine çêkirin di pêşaneyê de hatin pêşkêşkirin.
Wezareta Perwerdeyê li Gevera Colemêrgê bi navê Pirtûkxaneya Sifir Bermahî projeyek da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de bi malzemeyên ku hatibûn avêtin pirtûkxaneyek hat vekirin.
Pirtûkxane li Navenda Perwerdeya Gel hat vekirin.
Mamosteyên navendê bi bermahiyan pirtûkxane çêkirin.