Projeya “Tevgera Qenciyê”

Li gundiyên hewcedar xurek û amûrên paqijiyê tên belavkirin.

Projeya “Tevgera Qenciyê”

Li Şirnexê bı hevkariya Wezareta Spor û Ciwaniyê û Cemiyeta Îlîm Yaymayê bi navê “Tevgera Qenciyê” projeyeke alîkariyê dest pê kir. Di çarçoveya projeyê de xebatkar gund bi gund digerin, him koliyên xurekan him jî amûrên paqijiyê didin welatiyên feqîr û hewcedar.

Li gelek bajarên welêt ji bo alîkariya mexdûrên şewba koronayê xebatên alîkariyê tên kirin. Yek ji wan xebatan jî li Şirnexê dest pê kir.

Li bajêr bi hevkariya Wezareta Spor û Ciwaniyê û Cemiyeta Îlîm Yaymayê bi navê “Tevgera Qenciyê” prokeyek tê meşandin.

Xebatkar di projeyê de diçin gundan û him koliyên xurekan him jî yên amûrên paqijiyê didin hewcedaran.

Welatıyên gundê Navyana girêdayî navenda bajêr ji ber alîkariyan kêfxweş in.

Xebatkarên projeyê dibêjin ku em heta niha çûne nêzî 10 gundan û em ê biçin gundên din jî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE