Projeya TİDİSLAM’ê ya li Batmanê

Li Batmanê danasîna "Vegotina Îslamê ya bi Zimanê Îşaretan" hat kirin

Projeya TİDİSLAM’ê ya li Batmanê

Li Batmanê bi mijara “vegotina îslamê ya bi zimanê îşaretan” bernameyek hat lidarxistin. Armanca projeyê ew e ku bi zimanê îşaretan qur'ana pîroz were hînkirin û meala wê bê vegotin. 

Bernameya TİDİSLAMê ango ya “Vegotina Îslamê ya bi Zimanê Îşaretan ê Tirkî ” hat lidarxistin. 

Armanc ew e ku bi zimanê îşaretan ji kesên kerr û lal re maneya Qurana Pîroz bê vegotin. 

her wiha agahî û mijarên din ên îslamî jî bi dest û tiliyan tên îfadekirin.

 

Ji bo danasîna projeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekinê bernameyek hat lidarxistin.  

Ji bo projeyê 2 sal û nîv in xebat dihatin kirin.  

Plan ew e ku Tirkiye bikaribe di vî warî de bibe pêşeng.  

Bernameya lansmanê ji aliyê walîtiya Batmanê ve hat lidarxistin.  

li pêşengên projeyê xelat jî hatin belavkirin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE