Projeya Walîtiya Mêrdînê ya ji bo bajêr

Bi projeya ku Walîtiya Mêrdînê bi dirûşma "Em Bilind Dibin Mêrdîn" da destpêkirin li herêma Darayê seferên pifdanokên hewaya germ tên kirin.

Projeya Walîtiya Mêrdînê ya ji bo bajêr

Mêrdîna ku gelek berhemên dîrokî yên medeniyetên cuda lê hene bi seferên pifdanokkên hewaya germ tê keşifkirin.

Bi projeya ku Walîtiya Mêrdînê bi dirûşma "Em Bilind Dibin Mêrdîn" da destpêkirin li herêma Darayê seferên pifdanokên hewaya germ tên kirin.

Li Bajarê Antîk yê Darayê bi derketina rojê ra seferên pifdanokên hewaya germ tên kirin û turîst him derketina rojê û him jî ji ser bajêr da temaşe dikin.

Kemal Palayê rayedarê şirketa ku seferên pifdanokên hewaya germ çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji bona Mêrdînê li du herêman seferên pifdanokên hewaya germ tên plankirin û wiha got: "Li Bajarê Antîk yê Darayê seferên pifdanokên hewaya germ dest pê kirine û di demeke kurt da em dixwazin li ser bajarê Mêrdînê jî dest bi seferan bikin."

Pala destnîşan kir ji bona seferan hemû tevdîr hatine hildan û wiha got: "Em ê seferên xwe baş bidomînin. Me bi dirûşma 'Em Bilind Dibin Mêrdîn' dest pê kir. Bi gorî me gelek baş e ku ji jor da jî vî bajarê qedîm bê dîtin."

Berpirsiyarê kordînasyona seferên pifdanokê Omer Kafkas diyar kir ji bona turîzma pifdanokan li Mêrdînê potansiyeleke mezin heye.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Tebax 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE