Projeya “Werin em bi hev re xweşiktir bibin”

Şaredariya Edremitê porê zarokên gundan da çêkirin.

Projeya “Werin em bi hev re xweşiktir bibin”

Li Edremita Vanê, şaredariyê û Odeya Berberan bi hev re ji bo zarokên gundan projeyeke balkêş li dar xist. Wan, porê zarokan çêkir.

Zarokên li gundan hatin tiraşkirin.

Şaredariya Edremita Vanê, ji bo porê zarokên li gundan çêke, projeya “Werin em bi hev re xweşiktir bibin” da destpêkirin.

Serokê Odeya Berberan a Vanê Veysel Koç got, “Şaredariya Edremitê projeyeke xweş amade kiribû. Odeya Berber û Kûaforên Vanê jî bi 20 berberên xwe piştgirî dayê. Belediyê ji me jî alîkarî xwest. Me jî bi dil û can alîkarîya wan kir.”

Di projeyê de zarokên li gundan hatin tiraşkirin.

Şaredarê Edremitê İsmail Say got, “Projeya me wê 3 mehan dewam bike. Di vê pêvajoyê de înşela em ê porê hemû zarokên xwe çêkin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE