Odeya Cotkariyê ya Midyatê û Fakulteya Cotkariyê ya Şırnakê bi hev re li ser zêdekirina randimana tiriyê Midyatê dixebitin. Di çarçoveya projeyê de wê cotkar bên perwerdekirin.
Belgên mêwan dipewkînin…Û ji bo randimana rezên Midyadê zêde bibe dixebitin.
Odeya Cotkariyê ya Midyatê û Fakulteya Cotkariyê ya Şırnakê bi hev re li ser tiriyê Mazroneyê dixebitin.
Pisporên cotkariyê di çarçoveya projeye de ji biharê û vir ve lêkolînên xwe didomînin.
Li gorî xebatên wan, aroma û randimana tiriyên Midyatê baştir bû.
Piştî ku raporên xwe teslîmî zanîngehê bikin wê perwerdeyê bidin cotkaran jî.