Pîrozbahiyên cejna remezanê

Ji hemû netew û baweriyan bi sedan kesî eyda hev kir

Pîrozbahiyên cejna remezanê

Hemû deng û rengên cuda yên midyadê ji bo eydaniyê civiyan. Misilman, xiristiyan û êzidiyên ku li Midyata mêrdînê dijîn, di çarçoveya bernameya qeymeqamiyê de ji bo pîrozkirina cejna remezanê hatin bal hev û eydaniya hev kirin.

Hemû deng û rengên Midyadê ji bo eydaniyê hatin bal hev.

Qeymeqamiya Mîdyatê ji bo pîrozkirina cejna Remezanê civîneke girîng li dar xist.

Di civînê de bi sedan Misilman, Xiristiyan û Êzdiyên Mîdyadê hatin bal hev û cejna hev pîroz kirin.

Him ji rayedarên sivîl û leşkerî him jî ji nûnerên saziyên civaka sivîl gelek kes beşdarî bernameyê bûn û eydaniya mêvanan kirin.

Kesên ku beşdarî bernameyê bûn jî bi minasebeta civînên wisa bal kişandin ser girîngiya yekîtî û bihevrebûna hemû gel û baweriyên li Midyadê

Dîroka nûkirinê: 05 Hezîran 2019, 15:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE