Li Semsûrê ji bo hefteya turîzmê çalakiyeke taybet hat lidarxistin. Di çarçoveya çalakiya 46an de bi beşdarbûna rayedarên bajêr û welatiyan, heta ber avahiya walîtiyê meşek hat lidarxistin.
Li Semsûrê her sal Hefteya Turîzmê bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin.
Îsal jî meşeke taybet hat lidarxistin.
Di çarçoveya pîrozbahiya 46an de gelek kes bi def û zirneyê heta ber avahiya Walîtiyê meşiyan.
Walî û Şaredarê Semsûrê, rayedar û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.
Semsûrî ji sezona turîzmê ya îsal gelek bi hêvî ne.
Çalakiya taybet bi govenda tîma govendê bi dawî bû.