Pêşaneya fotografan a li Elaziğê

Xwendekaran bi fotografan bajarê xwe dan naskirin...

Pêşaneya fotografan a li Elaziğê

Li Kebana Elezîzê, xwendekarên mekteba seratayî bûn wênekêş û sûretên xelqê navçeyê û bendava kebanê kişandin. 45 fotografên balkêş li navenda danustanê hatin nîşandan.

Xwendekaran fotograf kişandin, mekteba wan jî ew nişan dan.

Li Kebana Elezîzê, him ji bo zarok hînî fotokêşiyê bibin him jî seba navçeya xwe bidin nasîn çalakiyek hat kirin.

721 wêne hatin komkirin, ji wan 45 fotoğraf hatin hilbijartin û di pêşaneyê de hatin nîşandan

Di pêşaneyê de ji xeynî wêneyên xelqê Kebanê û bendava Kebanê, fotografên kevn ên siyasetmedarên navdar jî hebûn.

Rayedarên bajêr jî beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bûn.

Pêşane wê heta 14ê Cotmehê vekirî be.

Dîroka nûkirinê: 13 Cotmeh 2018, 15:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE