Hezkırên kewan lı Semsûrê hatin cem hev. Federasyona Kevokên Şebabî yên Tirkiyê û komeleya civîkhezan, ji bo temaşeya kevokan çalakiyek li dar xist. Ji çar aliyên welêt û derwelêt kevokbaz beşdarî çalakıyê bûn.
Kevokên şebabî yên bi cinsên cûr bi cûre…
Bi reng û benekên xwe yên delal, derketin ser dikê…
Ji çar aliyên welêt û derwelêt, kewhez û kewbaz hatin temaşeya wan.
Bihayê van kewokên xweşik heta 100 hezar lîreyî jî derdikeve.
Şaredarê Semsûrê Suleyman Kılınç jî beşdarî çalakiyê bû û got: “kesên ku ji heywanan hez bike wê ji însanan jî hez bike.”