Pêşaneya koleksiyona Ömür Akkor

Şefê navdar eserên ku bi salan berhev kirine di pêşangehê de nîşan dide 

Pêşaneya koleksiyona Ömür Akkor

Nivîskar Û Şefê Navdar Ömür Akkor beşeke koleksiyona xwe ya resman li Üsküdara Stenbolê nîşan dide. hunerhez heta 22yê meha pêş me, bêyî ku heqekî bidin dikarin wan berheman bibînin...  

Ömür Akkor ji bajarê Kilisê ye.  

Şefê navdar heya niha ji 30î bêhtir kîtab nivîsîn û 6 koleksiyon çêkirin. 

"pêşaneyeke zahf delal e. nîgarên ku jiyana rojane nîşan didin tê de hene, berhemên heyama dawî hene. ji gel re serbest e, her kes dikare bê bibîne...” 

"ez bi hunera resmê re gelekî eleqedar im, carna bi xwe jî xêz dikim. wexta çavê min lê ket, min got "ev a fikret otyam e". ez pir kelecanî bûm...” 

Ev berhemên di vê koleksiyona taybet de bi milyon lîreyan nayên stendin. 

Lê kesên dil hebin, dikarin vê havînê, bêyî ku heqekî bidin wan bibînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE