Pêşaneya Mahmut Celayi̇r didome

Berhemên hunermendê navdar heta 16ê Nîsanê wê bên nîşanda 

Pêşaneya Mahmut Celayi̇r didome

Mahmut Celayîr di hunera hevçerx de kesekî navdar e. ew ji Çewligê, ji Bîngolê ye. Celayîr niha li Stenbolê pêşaneyekê li dar dixe. berhemên wî yên van 30 salan, heta 16ê nîsanê wê bên nîşandan...  

Beşa hunerê xwendiye Mahmut Celayîrê Bîngolî... 

Wexta telebe bûye xelatek stendiye. Ji wê, pereyên çêlekekê ji bavê xwe re şandine. 

Piştî wê bavê wî hiştiye ku bi hunera xwe mijûl be... 

Mahmut Celayîr bilêv dike ku di hunera hevçerx de Kurd gelekî navdar in. 

Berhemên wan xasma jî li welatên din tên naskirin û nîşandan. 

Li gorî Celayîr burjuvaya Kurdan nîn e. Ew dibêje heya niha Kurdekî tabloyeke mina mezin nestendiye. 

Pêşaneya Mahmut Celayîr "Peykerun" wê heya 16ê Nîsanê li Stenbolê, li Kîbele Galeriya Îş Sanatê dewam bike. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE