Pêşangeha resman a xweza û însanan

Xwendekarên jêhatî hunera xwe ya salekê di pêşangeha resman de pêşandan 

Pêşangeha resman a xweza û însanan

Li Midyadê xwendekarên lîseya anadoluyê bi temaya însan û xwezayê pêşangeha resman vekirin. di pêşangehê de 40 resmên ku di salekê de hatine çêkirin hatin pêşandan.  

Xwendekar bi hezkirina huner û destkariyê mezin dibin. 

Ji bo vê li lîseya anadoluyê ya gundê Şenköya Midyadê perwerdeya hunerê tê dayîn. 

Xwendekar zanebûna xwe ya hunerî li ser tabloyan nîşan didin. 

Di nav salekê de jî 40 tablo amade kirin.  

Tablo di pêşangeha resman de hatin pêşandan. 

Eleqeya xelkê herêmê jî zêde bû. 

Temaya pêşangehê însan û xweza bû.  

Hemû resm li ser wan hatin çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE