“Pêşbaziya Pisîkên Xweşik”

Pisîkên Wanê yên navdar ketin pêşbaziya xweşikiyê...

“Pêşbaziya Pisîkên Xweşik”

6emîn çalakiyên shopping festê li Wanê hatin organîzekirin. Vê carê di çarçoveya çalakiyan de pêşbaziya pisîkên xweşik hat lidarxistin. Gelek pisîkên Wanê ketin pêşbaziyê.

Li Wanê îsal 6emîn çalakiyên Shopping Festê hatin lidarxistin.

Vê carê di çarçoveya çalakiyê de pêşbaziyeke balkêş hat kirin.

Ev pêşbazî jî ji bo pisîkên Wanê bû. Bi dehan pisîk ji aliyê jûriyeke 9 kesî ve hatin hilbijartin.

Pisîkên spî yên bi çavên rengîn ketin pêşbaziyê.

Di pêşbaziyê de pisîka Ömer Yabaş Mia bû pisîka herî xweşik.

Pisîka Maya bû duyem, a bi navê Bulut jî bû sêyem.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE