Li Mêrdînê, ciwanên ku di pêşbaziya xwendina quranê de bi ser ketin diyariyên xwe girtin. Ji ber tevdîrên koronayê pêşbazî li ser înternetê hat lidarxistin.
Wezareta Perwerdeyê, li seranserê Tirkiyê pêşbaziya xwendina Quranê li dar xist.
Ewilî li bajaran organîzasyon hat kirin; ciwanên ku herî xweş Quranê dixwînin hatin hilbijartin.
Li Mêrdînê, bi beşdariya 14 dibistanan li ser înternetê musabaqa hat lidarxistin.
Xwendekarên ku bi ser ketin wê di rojên pêş me de jî biçin pêşbaziya herêmî.
Ciwan dixwazin di pêşbaziya mezin de Mêrdînê temsîl bikin û xelata herî mezin werbigrin.