Pêşbirka erebokên li pey keran

Li gundê Mixrapitê yê Gevaşê cara ewil pêşbirka erebokên li pey keran hat lidarxistin.

Pêşbirka erebokên li pey keran

Li gundê Mixrapitê yê Westana Wanê, cara ewil pêşbirka erebokên keran hat lidarxistin. 75 wênekêş û gelek welatî tevlî pêşbirkê bûn. Di çalakiyê de xwarina helîseyê ya herêmî jî li mêvanan hat belavkirin.

Çend siwarên li ser erebokên keran ketin rêzê. Dûv re jî bi kelecaneke mezin ketin pêşbaziyê.

Li çola gundê Mixrapitê yê Gewaşa Wanê yekemîn Misabaqaya Parxêlên Keran hat lidarxistin.

Him welatiyan him jî mêvanên biyanî eleqeyeke mezin nîşanî pêşbirkê da.

Her wiha 75 wênekêş jî tevlî pêşbirkê bûn û bi têra dilê xwe resmên pêşbirk, xweza û xelqê herêmê kişandin.

Di çalakiyê de xwarinên herêmî hatin çêkirin. Li mêvanan xwarina helîseyê hat belavkirin.

Piştî pêşbirkê gelek kes ketin destê hev û govend jî gerandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE