Li Semsûrê pêşbirkên koma ajveniyê yên lîga stêrkên anadoluyê hatin kirin. 150 sporvanî ji bo ku bikevin dereceyê avjenî kirin. pêşbirk li hewza avjeniyê ya şaredariyê hatin kirin.
Li Semsûrê bi destê Midûriyeta Ciwanî û Sporê ya bajêr, di navbera 22 û 24ê Adarê de pêşbirkên avjeniyê hatin kirin.
Pêşbirkên koma avjeniyê yên Lîga Stêrkên Anadoluyê li hewza şaredariyê hatin lidarxistin.
Şaredariya Semsûrê mêvandariya sporvanan kir.
Ji 9 bajaran, ji Semsûr, Diyarbekir, Entap, Hekarî, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Riha û Şirnexê 150 sporvanî ji bo serfiraziyê hewl da.