Li Ovacika navçeya Tunceliyê bi hatina biharê ra li zeviyên ku berfa ser veheliya, pîvok û nêrgis derketin û siruşt pê xemilî.
Li Ovacika ku 1500 raqim bilind e, bi hatina biharê ra siruşt pir xweş dibe û balê dikşîne.
Di zeviyeke Ziyareta gundê ser navçeyê da pîvok û nêrgisan derketin û meriv dibe hejmetkarê rengvedana wan.
Ev çîçek weke mizginiya biharê tên zanîn û siruşt bi dîmena van çîçekan û Çiyayê Munzurê yên ku bi berfê pêçayî ne va bi rengê zer, binevş û spî va xemilî.
Pîvok û nêrgisên ku bi zerafeta xwe va balê dikşînin, bala wênekêşên herêmê dikşîne.
AA