Qaşarê navdar ê Karsê

Ger piştgirî bê dayîn penîrê me wê bibe marqayeke dinyayê...

Qaşarê navdar ê Karsê

Penîrê qaşar ê Karsê gelekî navdar e. Lê ji ber ku danasîna wî zêdetir nayê kirin di bazara dinyayê de cih nagre. Hilberînerên qaşarê Karsê dibêjin ger dewlet piştgiriıyê bide penîrê me wê li seranserê dinyayê bê firotin.

Li Karsê bi rê û rêbazên xwezayî penîrê qaşar tê çêkirin û li seranserê welêt tê firotin.

Serokê Komeleya Havirdorê ya Boğaztepeyê İlhan Koçulu bi salan e ku penîr difroşe.

Koçulu got li dinyayê penîrê Appenzellerê yê Swêdê û penîrê Brayê yê Îtalyayê gelek navdar in û li hemû dinyayê tên firotin. Çima yê Qarsê nayê firotin?

Koçulu got,”Bawer bikin Qaşarê Karsê wekî penîrê Swêdê yê Apenzeller û penîrê Îtalyayê yê Brayê ye. Penîrê Karsê belgeya nîşaneya cografîk stendiye. Bi tenê ew be jî qalîteya wî nîşan dide.’’

Koçulu behsa pirsigirêke din jî kir û got: Di firotina xurekan de KDV heta ji sedî 1ê hat daxistin. Lê di firotina penîr de KDV hêj ji sedî 8 e. Divê ev jî were daxistin.

Koçulu dibêje ger dewlet xwedî li Qaşarê Karsê derkeve wê him gundiyên me qezenc bikin him jî penîrê welatê me wê bibe marqayeke cîhanê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE