Qazên Karsê yên bi nav û deng

Karsî bi hezaran qazan xwedî dikin û dişînin çar aliyên welêt

Qazên Karsê yên bi nav û deng

Dema dibêjin Kars ji xeynî cih û warên dîrokî goştê qazan tê bîra mirovan. Heywandarên Karsî bi teşwîq û alîkariyan qazên xwe difroşin tevahiya welêt.

Kars li Serhedê bi qazên xwe yên bitehm tê zanîn.

Beriya zivistanê heywandar qazên xwe berdidin mêrgan.

Taner Oğul jî li Karsê qazan xwedî dike.Piştî qaz xurt dibin qazên xwe ji çewlikan derdixe û berdide cih û warên avî.

Qazên ku di ava sar de dimînin goştê wan xweş dibe û bez digire.Oğul dibêje ku ew qazên xwe dişînin çar aliyên welêt.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE