Li hewzaya Behra Vanê gelek teyrên cuda hene. Wekî her sal îsal jî ji Sibîryayê qazquling hatin Behra Vanê. Wênegiran jî berê xwe dan wê derê û wêneyên wan girtin.
Ev der Hewzeya behra Vanê ye…Him havînê, him jî zivistanê gelek teyrên cuda tên vê herêmê.
Wekî her sal îsal jî qubeqaz an jî qazqulingên Sibîryayê berê xwe dan behra Vanê.
Qazqulingên Sîbîryayê bi rengê xwe jî wekî berfê spî ne.
Wênegirên navçeya Erdîşê jî ji bo dîmenên xweşik bigrin berê xwe dan golê.
Ji ber zêdebûna cureyên teyran Gola Vanê ji bo wênegiran gelek girîng e.