Qedayîfa Diyarbekirê ya bitescîl sifreyên fitarê şêrîn dike

Qedayîfa Diyarbekirê ya bitescîl sifreyên fitarê şêrîn dike

Qedayîfa badayî şêraniya kevnare ya Diyarbekirê ye û hosteyên vê şêraniyê di remezanê da mesaiyeke zêde xerc dikin.

Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk 5 sal berê belgeya tescîlê ya îşareta coxrafî da qedayîfa badayî. Li gor daxwazê fistiq, gûz, to û penêr dikeve nava qedayîfê.

Qedayîfa badayî rojane tê çêkirin û digel Diyarbekirê, Enqere û Stenbol di serî da ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê jî tê xwestin.

Hosteyên qedayîfa badayî ji bo ku pê ra bigihînin, di rojekê da du wardiye dixebitin.

Xwediyê dezgehê Mahmut Akduvar ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew li ber destê bavê xwe hînî vî karî bû û ew jî didomîne.

Akduvar daxuyand, ew qedayîfa tescîlkirî ya Diyarbekirê hem wekî pakêt dişînin hem jî li kargehê didin ber mêvanên xwe. Akduvar daxuyand, ji bo ku ew xwe bi sparîşên mişteriyan ra bigihînin, li 3 şaxan derbasî pergala wardiyeyê bûn.

Akduvar diyar kir ku ew wekî du wardiye dixebitin û wiha got, "Ji bo remezanê karê me zêde bû."

Mahmut Akduvar daxuyand, turîstên xwemalî û biyanî jî dema ku tên Diyarbekirê, eleqeyê nîşanî qedayîfê didin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE