Komeke xêrxwaz bi slogana “Qenciyê zêde bikin” ji Stenbolê hatin Colemêrgê. Komê ji bo xwendekaran cil û berg û malzemeyên kirtasiyê amade kiribûn. Kom çû serdana dibistanekê û malzemeyên berhevkirî li xwendekaran belav kirin.
Li Stenbolê, 40 xêrxwaz bi slogana “Qenciyê Zêde bikin” hatin ba hev.
Komê ji bo xwendekaran cil û berg û malzemeyên kirtasiyê amade kirin û anîn Colemêrgê.
Li Dibistana Şehîd Derviş Yalımê malzeme belavî xwendekaran kirin.
Di nav komê de 2 stranbêj jî hebûn. Wan jî bi xwendekaran re kilam û stran gotin.
Dîroka nûkirinê: 17 Çile 2019, 17:35