Qeresiyên Ömerliyê derketin

Bi qasî 50 malbat îdare û debara xwe bi vî karî dikin...

Qeresiyên Ömerliyê derketin

Li Mehserta Mêrdînê wextê komkirina qeresiyan yanî kîrazan dest pê kir. Xelkê gundê Xirbê Qelaçê ku bi salan in çandiniya Qeresiyan dikin, dest bi berhevkirina berhemên xwe kirin. Gundî dibêjin: “Bi saya çandiniya qeresiyan him îstixdam zêde bûye him jî gelek malbat ji bajarên mezin vegeriyane gundên xwe.”

Guliyên daran bi gilyasên sor û zer xemilîne.

Li gundê Xirbê Qelaçê yê Midyadê wextê komkirina qeresiyan dest pê kir.

Li gund nêzî 50 malbatên ku îdare û debara xwe bi çanidiniya qeresiyan dikin, ji bo komkirina qeresiyên berê xwe dan bexçeyan.

Bi saya belavbûna çandiniya qeresiyan îstixdama li gund jî zêde bûye.

Di salên dawî de gelek malbat ji bajarên mezin vegeriyane gund û li bexçeyên xwe dest bi çanidiniya qeresiyan kirine.

Gundî, qeresiyên xwe ji xeynî çarşî û bazarên Mêrdînê li ser riya Mehsertê û Midyadê jî difiroşin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE