Personelên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê li Erzincanê dîmenên qertelê derkete nêçîra rovî kişandin.
Ekîbên kontrol û parastinê yên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Erzincanê dema li tanga Çemê Sansayê xebatên kontrolê dimeşandin dîtin ku qertelek di nêçîra xwe da ketiye pey roviyekî.
Personelan kamera vekirin û dîmenên wê demê kişandin. Di dîmenan da tê dîtin ku qertel rovî girtIye û goştê rovî dixwe dema ku wezîfedaran dibîne jî difire û diçe.
Dîmenên ku wezîfedaran li ser medyaya civakî parve kirin eleqeyeke mezin dîtin.
AA