Qesra Îshaq Paşa ya li Agiriyê ku bi mîmariya xwe ya heyama Osmaniyan di nav berhemên turîstîk ên sereke yên herêma Rojhilatê Anadoluyê da cî digire ji ber şewba Kovîd-19ê 2 meh û nîvan girtî ma lê digel vê eleqeya li serê kêm nebû û heta niha 105 hezar turîstên xwemalî û biyanî ezimand.
Qesra Îshaq Paşa ya li Rojhilatê Anadoluyê bi dîrok, mîmarî û îhtişama xwe ya ku li ser girekî di nav zinaran da hatiye avakirin balê dikşîne.
Qesra Îshaq Paşa ya 7 kîlomêtro dûrî Bazîdê û li ser girekî hezar û 900 mêtro bilind e hatiye avakirin mînakeke taybet ya mîmariya dema Osmaniyan e.
Di qesrê da 116 ode, turbe, camî, sûr, hewşa hundir û derva, dîwan û salonên haremê hene û ev der di Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê da cî digire û seranserê salê geştyar tên serdana Qesra Îshaq Paşa.
Ji nava meha adarê bigir heta serê meha hezîranê Qesra Îshaq Paşa ji ber şewba Kovîd-19ê girtî bû û geştyar nikaribûn lê bigerin.
Qesra dîrokî ji hezîranê pê va bi asayîbûnê va deriyê xwe ji bo geştyaran vekir û li gor daneyên Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr turîst herî zêde di meha tebaxê da hatin serdana qesrê û wê mehê 27 hezar û 169 turîstan qesrê ziyater kir.
Ji destpêka salê vir va digel şewba Kovîd-19ê Qesra Îshaq Paşa 105 hezar geştyarên xwemalî û biyanî ezimand.
Ji ziyaretvanan Meryem Yazici ya ku bi gerê hatibû qesrê daxuyanî da û got: "Ez tevlî hevalên xwe ji bo Qesra Îshaq Paşa bibînim ji Hekariyê hatim Bazîdê. Pergala kalorîferê ya ewil a li vê derê hatiye avakirin û ez vê nû hîn bûm."
Ji ziyaretvanan Elî Heyder Sertel got ku ew ji ber hatina vê derê gelek kêfxweş in.AA