Qesra Îshaq Paşa ji bo ziyaretê vebû

Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê bi pêvajoya normalîzebûnê ra cardin seba ziyaretê vebû.

Qesra Îshaq Paşa ji bo ziyaretê vebû

 Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê bi pêvajoya normalîzebûnê ra cardin seba ziyaretê vebû.

Qesra Îshaq Paşa ku di dewra Laleyê ya Dewleta Osmanî da hatiye çêkirin, hersal ji aliyê bi hezaran turîstên xwecî û biyanî va tê ziyaretkirin. Di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da di 18ê adarê da ji ziyaretê ra hat girtin. Piştî şewbê bi pêvajoya normalîzebûnê ra vebû.

Di qesrê da 116 ode, tirbe, mizgeft, sûr, hewşên derva û hindur, dîwan û salonên haremê hene. Qesir di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye û van rojana ji aliyê gelek ziyaretvanên ku ji çar aliyê welêt tên va tê ziyaretkirin.

Qesra dîrokî 7 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye û li ser girekî ku raqima wê 1900 e hatiye avakirin. Ziyaretvanên ku qesrê ziyaret dikin, yek û yek agirê wan tê pîvan û paşê hildidin hindur. Mêvan maskeya xwe didin ber devê xwe û li gor mesafeya xweparastinê li nav qesrê digerin. 

Servet Arslanê ku hatiye ziyareta qesra dîrokî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew û malbata xwe ji Îdirê hatin ku qesrê bibînin.

Arslan got ku ew bûn heyranê qesrê û wiha dewam kir: "Bi rastî bav û kalên me berhemeke newaze ji me ra hiştiye. Her ku ez li nava wê digerim, pê serbilind dibim."

Yakup Saglamê ku ji bo dîtinahiya qesrê ji Rîzeyê hatiye jî got ku piştî normalîzebûnê wan firsend dît ku li cihên dîrokî bigerin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE