Qesra Şexzadeyan tê restorekirin 

Dê bibe Navenda Çand, Edebiyat û Ciwaniyê ya Sezai Karakoç

Qesra Şexzadeyan tê restorekirin 

Li Sûra Diyarbekirê yek ji mînaka mîmariya sivîl jî qesra şexzadeyan e ku ji sedsala 16em maye. niha ev qesra dîrokî weke eslê xwe tê restorekirin. piştî restorasyonê dê bibe navenda çand û ciwaniyê ya Sezaî Karakoç. Sezaî Karakoç yek ji şairên navdar yê diyarbekirê ye û di demeke nêz de wefat kiribû. 

Sûra qedîm a Diyarbekirê bi sûr û berhemên xwe yên dîrokî mîna muzexaneyeke servekirî ye. 

Ev berhemên nuwaze ku xwedî dîrokeke qedîm in yek bi yek tên restorekirin. 

Niha jî yek ji nimûneya mîmariya sivîl Qesra Şêxzadeyan weke eslê xwe tê restorekirin. 

Qesra Şêxzadeyan bi mîmariyeke sivîl di sedsala 16em de li ser qadeke fireh hatiye avakirin. 

Sermed Azi̇zoğlu: "Ev avahiya li paş me di sedsala 16an de di heyama Osmanî de hatiye avakirin. Piştî ku ketiye destê lawê şêx weke qesra Şêxzadeyan hatiye binavkirin. Weke Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê me du meh berê dest bi restorasyona avahiyê kir." 

Di xebatên restorasyonê de hem li hundirê wê hem jî li hewşa wê gelek bîr û boriyên avê jî derketin holê. 

Li gorî daneyên lêkolînê ev avahî demekê weke şorbexane û aşxaneyê jî xizmet daye welatiyan. 

Mîmar û Midûrê Şaxa Kontrolê Sermed Azizoğlu dest nîşan kir ku dê navê Şairê gewre Sezaî Karakoç lê bê danîn. 

 "Gava restorasyona avahiyê biqede dê li ser navê nivîskarê Diyarbekirê Sezaî Karakoç ku di demeke nêz de wefat kiribû weke Navenda Ciwanan a Sezaî Karakoçî dest bi xizmetê bike. Em ê li vê derê ciwanan bikin mêvan û ew ê li vê derê bikaribin li ser edebiyatê lêkolînên xwe bikin." 

Piştî restorasyonê dê ev qesr bibe navendeke çand û ciwaniyê û dê têkeve xizmeta çand û hunerê. 

 Welatî dê li vê derê bikaribin çalakiyên çand û hunerî bikin û bernameyên rengîn li dar bixin. 

Tê çaverêkirin di nav salekê de karê restorekirinê biqede û têkeve xizmeta edebiyathez û welatiyan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE