Li herêmê zivistan e... Ji ber vê êdî pezên li zozanan dadigerin deşt û beriyê. Li Siirtê peywirdarên Midûriyeta Çandiniyê ya bajêr pêşî mêşin û bizinan yekoyeko qeyd dikin, paşê jî ji bo nexweşiya brûsellayê derziyê li pêz dixin.
Êdî li Zozanên Van, Bitlis û Hakkariê zivistan e...
Ji ber vê jî koçer berê kêriyên xwe didin warên germ...
Ji niha ve gelek kêrî hatin derdora Siirtê.
Ji ber vê jî Midûriyeta Çandiniyê ya bajêr dest bi xebatê kir.
Di xebatê de pêşî mêşin û bizin yek bi yek tên qeydkirin, dûv re jî ji bo bi nexweşiya brûsellayê nekevin derziyan li pêz didin.
Her wiha dewlet jî ji bo alîkariyê serê heywanê 30-35 lîreyan dide xwediyên pezî.