Burokratên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, li Silopiya Şirnexê bûn. Rayedarên wezaretê, bi şaredar û rîspiyên bajêr re civat kirin. Li kêmasiyên şaredariyan guhdar kirin û paşê jî bi hev re fitirîn.
Mêvanên Şirnexê, ji Enqerê burokratên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê bûn.
Burokratan ewil bi rayedarên şaredariyên Şirnexê re civat kirin, li kêmasî û probleman guhdar kirin.
Paşê jî bi hev re fitara xwe kirin.
Ji bo kêmasiyan katalogek bê wê hazirkirin û pêşkeşî Serok Recep Tayyip Erdoğan bê kirin.
Şandeya Wezaretê diyar kir ku wê di demeke kurt de ji bo Şirnexiyan dest bi xizmetên nû bikin.