Li Iğdırê piraniya welatiyan bi çandiniyê, debara xwe dikin. Li bajêr frengiyên biqalîte tên gihandin. Îsal jinan cara ewil bi frengiyan rîçal çêkirin.
Li herêmê bi piranî welatî bi çandiniyê mijul dibin û debara mala xwe dikin.
Li bajarê Iğdırê jî çandinî gelek bi pêş ketiye. Jinên bajêr îsal cara ewil bi frengiyan rîçal çêkirin.
Frengiyên ku hatine komkirin, pêşî dixin nav ava germ, paşê jî dixin nav ava sar.
Pişt re frengiyan diqelînin, qalikên wan sipî dikin(diqeşêrin),davêjin nav şerbetê û dibe rîçall.
Rîçala frengiyan him li bajêr tê ecibandin him jî tê şandin gelek bajaran.