Li Elcewaza Bilîsê wextê çêkirina rîçala gûzan e. Rîçala ku bi rê û rêbazên organîk tê çêkirin bi tam û lezeta xwe bala her kesî dikişîne. Rîçala ku di 40 rojan de çêdibe, ji xeynî firotina li welêt, îxracî derwelêt jî dibe.
Ji daran berhev dikin... Di nav sîtilan de dikelînin û piştre jî rîçalê çêdikin.
Li herêma Elcewazê wextê çêkirina rîçala gûzan e.
Rîçala ku ji gûzên teze çêdibe, di nav şert û mercên gelek zehmet de tê çêkirin.
Rîçala ku di 40 rojan de tê çêkirin, him bi tam û lezeta xwe him jî bi şifaya xwe bi nav û deng e.
Li navçeyê her sal nêzî 30 ton rîçala gûzan tê çêkirin.