Rîçala gûzan a li Bidlîsê tê çêkirin li dervayî welêt tê firotan

Rîçala gûzan a li Bidlîsê tê çêkirin li dervayî welêt tê firotan

 Li Adilcewaza navçeya Bidlîsê ya bi gûzên xwe navdar e rîçala gûzan tê çêkirin û ew li dervayî welêt tê firotin.

Gûzên bi rûn, tehm û qalikên xwe yên zirav va navdarin ji hêla Midûriya Navenda Tescîla Toximê û Sertîfîkasyonê ya Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê va bi navê "Adilcewaz13" û "Kazankaya" tên tescîlkirin.

Gûz piştî amadehiyeke 40 rojan li ser sifreyan cihê xwe digirin.

Gûzên hê tam negîhiştine tên berhevkirin, qalikên wan tê spîkirin û 10 rojan di avê da tên hîştin.

Paşê dîsa li ser wan hin amadehî tên kirin, ew tên kelandin û dibin rîçal. Rîçala hatiye çêkirin paşê li çar aliyê welêt û dervayî welêt tê firotan.

- "Rîçala gûzan ji bo gelek nexweşiyan baş e"

Bariş Golê 20 sal e rîçalê çêdike got çêkirina rîçalê qasî 40 rojan dewam dike û wiha axivî: "Rîçala gûzan ji bo gelek nexweşiyan baş e, ji bo mêjiyê zarokan pêşva here jî feydeya wê heye. Em dişînin gelek salonên taştêyê yên li bajarên cuda, kargehên xwarinên şarkuterî û yên organîk difroşin. Em dişînin gelek welatan yên wek Avustralya, Çîn û Îngiltereyê."

Gol got ew tiştekî i ser rîçalê zêde nakin, rîçal bi gûzên bê gubre, bê derman tên çêkirin û wiha dewam kir: "Em pincarê bi kar tînin. Em baharat, darçîn, qerenfîl, av û şekirê bi kar tînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE