"Rîçal"a li Şanliurfayê tê çêkirin tevê meriv dişewitîne

"Rîçal"a li Şanliurfayê tê çêkirin tevê meriv dişewitîne

Li Şanliurfaya ku bi xwarinên xwe yên curbecur tê zanîn çêkirina salçeya îsotan ya bi navê "rîçala îsotan" tê zanîn dest pê kir.

Malbatên ku rîçala îsotan çêdikin ji bazarê îsotên sor dikirin, paqij dikin û di pey ra jî di makîneyê da hûr dikin. Îsotên hûrkirî ji bona hewa lê nexe rojekî di nav naylonan da dihêlin.

Îsotên tên komkirin dîsa li makîneyê dixin û li ber tavê tên raxistin. Li gor germahiya tavê îsot 3-5 roj li ber tavê dimînin. Di pey ra îsot bi rûnê zeytûnan tê lihevxistin û "rîçala îsotan" tê çêkirin.

Salçeya ku dikeve nav gelek xwarinan, bi taybetî jî zivistanê di taştê da tê xwarin. Di taştê da hêk pê da dişikînin û di nav rûnê zeytûnan tê qijilandin.

Kîloya salçeya îsotan di navbera 40-50 lireyî da tê firotin û ji xeynî Şanliurfayê dişînin dervayî welêt û bajarên curbecur.

Murat Mermerê Alîkarê Serokê Kooperatîfa Hilberînetên Îsotê yê Şanliurfayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr çêkirina salçeya îsotan ya bi navê "rîçala îsotan" tê zanîn dest pê kiriye. 

Mermerê diyar kir bi taybetî jin salçeyê dikin û ji xwe ra jê pere qezenc dikin wiha axivî, "Jin îsotên sor hûr dikin û rojekî li ber tavê dihêlin. Îsotên tên komkirin dîsa li makîneyê dixin û li ber tavê tên raxistin. Li gor germahiya tavê îsot 3-5 roj li ber tavê dimînin. Di pey ra îsot bi rûnê zeytûnan tê lihevxistin û rîçala îsotan tê çêkirin. Rîçala tê amadekirin pakêt dikin û li esnafan belav dikin. Salçeya îsotan ji xeynî Şanliurfayê dişînin dervayî welêt û bajarên curbecur."

Muhammed Bakir Mermerê ku rîçala îsotan çêdike destnîşan kir ku di nav meha Tîrmehê da dest bi îsotan dikin û di pey ra jî dest bi çêkirina rîçala îsotan dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE