Bajarê Şanliurfayê bi xwarin û xurekê xwe tê zanîn. Berên îsal ê îsotan jî hatin rakirin û jê salçe tê çêkirin. Salçe her çiqas tûj û tirş be jî, ji bo Şanliurfayiyan ji rêçalê şîrîntir e û jê re “rêçala îsotê” dibêjin.
Şanliurfa bi çand û kelepora xwe ya xwarinê, bajarekî qedîm e.
Di her serê payîzê de heyama çêkirina salçeyan e.
Bi taybetî vî wextî jî tirşê îsotê tê çêkirin.
Ji bo Şanliurfayiyan salçeya tûj û tirş jî, rêçal e û jê re “Rêçela Îsotê” tê gotin.
Îsotên ku ji halê tên kirîn, piştî neqandinê tên pelçiqandin û li ber tavê tê raxistin.
Du cureyên salçeya îsotê hene.
Salçeya tûj û salçeya şîrîn li çar aliyên welêt tên firotin.
Tirşê îsotê di taştêyan jî wek sos tê xwarin.