Refên pirtûkxaneya wan tijî bû

Xwendekaran li ser înternetê vîdeoyek belav kir û pirtûkxaneya wan tijî kitêb bû

Refên pirtûkxaneya wan tijî bû

Li Qosera Mêrdînê, rêvebir û mamosteyên mekteba cumhuriyetê, tevî xwendekaran, bi îmkanên xwe kitêbxaneyek ava kir. Lê pirtûkxaneya wan vala ma. wan jî li ser medyaya civakî vîdeoyek belav kir û kitêbxane tijî pirtûk bû.

Ev pirtûkxane bi hevkariya mamoste û xwendekarên dibistana navîn a Cumhuriyetê ya Qoserê, hat avakirin.

Lê refên pirtûkxaneyê vala mabûn û lê kêm kitêb hebûn.

Xwendekar ji bo ji kitêbxanê re kitêban peyde bikin vîdeoyek danîn ser înternetê.

Qeymeqamê Qoserê Mehmet Yüzer jî ev vîdeo dît û gihaşt hewara wan. Bi vî awayî refên pirtûkxaneyê tijî kitêb bûn.

Qeymeqamê Kiziltepeyê Mehmet Yüzer:Zarokên me kitêb xwestin û me jî ev daxwaz bi cih anî. Me nêzîkî 2 hezar û 500 pirtûk anîn. Bi vî awayî rêfên wan tijî pirtûk bûn. Bes em dixwazin ew bixwînin. Ji bo siberoja wan çi hewce be em ê bikin.

Alîkarê Midûrê Dibistanê Abdulkadîr Koçhan jî ji Qeymeqam re spas kir.

Herî zêde xwendekar bi vê piştgiriyê kêfxweş bûn.

Dîroka nûkirinê: 17 Mijdar 2018, 19:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE