Fistiqên Sîîrtê ji bo aboriya bajêr xwedî ciyekî gelek girîng e. Gelek welatî pê debara xwe dikin. Cotkarên fistiqan îsal gelek kêfxweş in ku di nav 10 salên dawî de herî zêde îsal fistiq çêbûn.
Li Sîîrtê endezyarên ziraetê li baxçeyan texmîna fistiqên îsal kirin.
Ekîban di 15 rojan de li nêzî 200 baxçeyan lêkolîn kirin û rekolte diyar kirin.
Li gorî 10 salên dawî herî zêde îsal fistiqên Sîîrtê çêbûne.
Gelek welatî pê debara xwe dikin.
Heta dawiya Îlonê berhevkirina fistiqan wê dest pê bike.