Li Karsê ji ber dirêjbûn û dijwarbûna zivistanê cotkar û heywandar gelek zehmetî dikişînin. Lewra him kêmbûna êm û alif him jî rewşa hewayê kar û barê wan zehmettir dike. Lêbelê ji bo heywan zirar nebînin bi şev û roj dixebitin û wek çavên xwe li heywanên xwe dinêrin.
Heywandarên Karsê ji ber zivistana dirêj û dijwar di zehmetiyê de ne.
Lewra him şert û mercên hewayê him jî kêmbûna êm û alif, ji bo wan pirsgirêkên mezin in.
Lêbelê li gel hemû zor û zehmetiyan bi şev û roj wek çavên xwe li heywanan dinerin.
Yeter Kayaya ku li Karsê heywandariyê dike dibêje: “Zivistanan xwedîkirina heywanan gelek zor û zehmet e. Carna em bi destê xwe heywanên xwe xwedî dikin, bi bîberonê şîr didin berxikan.”