Çukurcaya navçeya Hekariyê ya li ser sînorê Iraqê ye û nifûsê wê 15 hezar e ji kunciyan tehîneke bi navê "Zap"ê çêdike û difroşe û di bazarê da zêde eleqeyê dibîne.
Ji ber av û hewaya wê li navçeyê hêjîr, birinc, henar, xurmeyê Trabzonê û kuncî digihêje.
Bi piştgiriya dewletê 4 sal berê bi navê "Newala Zapê" xebatek hat destpêkirin ku 150 malbatê li ser qadeke mezin dest bi çandiniya kunciyan kir.
Ji destpêkê vir va kunciyê ku 2 hezar û nîv ton bû gihîşt 26 tonan, qaymeqamtî û şaredariyê kuncî kirîn û milyonek pere dan malbatan.
Bi van kunciyan tehîn tê çêkirin û bi navê "Zap"ê ev tehîn tê firotin ku eleqeyeke mezin dibîne.
Qaymeqam Hasan Kurt ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand 4 sal berê wan dest bi vê xebatê kir û armanca wan ew e ku xwarin û xurekên herêmî zêde bibin û bên firotin.
Kurt wiha axivî: "Di 2018an da dema me dest pê kir, me 2 hezar û 500 kîlo kuncî ji cotkaran kirî. Niha gihîşt 26 tonan. Ji vê 21 ton tehîn hat çêkirin. Em difroşin bajarên cuda yên Tirkiyeyê û dervayî welêt. Em pêvajoya sertîfîkaya xwarina organîk a kunciyên Çukurcayê didin destpêkirin."AA