Li Diyarbekirê hejmara ajokarên jin her ku diçe zêde dibe. Şaredariya Bajarê Mezin ji bo otobûsên di nav bajêr de xizmetê bidin 5 ajokarên jin peywerde kirin. Bi saya jinên bixîret rêwitî hêsan û ewle dibe.
Songul, Ceylan, Pîroz, Halime û Suna. Gelê Diyarbekirê ev kes di otobusan de nas kirin.
Şaredariya bajarê mezin gavek avêt û ji bo otobûsên şaredariyê ajokarên jin îstihdam kirin. 5 Jin, piştî perwerdeya teorîk û pratîk derketin trafîkê.
Ajokarên jin di otobûsên gel de di navbajêr de xizmetê didin.Ajokarên jin serê sibê radibin û têne termînala otobûsan. Pişt re li otobûsê siwar dibin û rawestgeh rawestgeh digerin.
Jinên bixîret rojê 8 saetan direksiyon ba didin û bi keda helal aboriya xwe dikin.
Ajokarên jin ji karê xwe gelek memnûn in û dixwazin di trafikê de hejmara jinan zêde bibe.