"Rizqê me ji îsotan derdikeve"

Ferîde Polata 42 salî 18 salane di karê îsotan de dixebite, bi saya vê debare mala xwe dike

"Rizqê me ji îsotan derdikeve"

Li Şanliurfayê Ferîde Polata ku 18 salane di karê îsotan de dixebite bi saya vî karî debare mala xwe dike û sê zarokan dide xwendinê.

Jinên li bajêr dijîn guh nadin hewaya germ û tûjiya îsotê ji bo debara mala xwe bikin di karê îsotan de dixebitin.

Ferîde Polata 42 salî li navçeya Halîliyeyê li taxa Sirrinê 18 salane di saet 06.00an de diçe paletiya îsotan û heta saet 19.00an dixebite.

Polat dayika 5 zarokan e ku ji van du heb hê biçûk in. Mêrê wê ji ber ku ji înşaetê ketiye seqet e kar û barê malê gişk ketiye li ser milên wê.

Jina ku nexweşiya dil pê ra heye mecbur e ku bixebite û zarokên xwe xwedî bike.

Polat ji nûçegihanê AAyê ra got ji ber ku mêrê wê êdî nikare bixebite ew her sal 3 mehan di karê îsotê de dixebite ku debara malê bike.

- "Ez lepikan dixim destê xwe lê dîsa jî destên min pir dişewitin"

Polatê got her çiqas ew lepikan bixe destên xwe jî destên wê ji ber tûjiya îsotan dişewite û wiha axivî: "5 zarokên min hene, ez 3 heban dişînim mektebê. Bi pereyê ku qezenc dikim va ez kirê didim û hewcedariyên malê dikirim. Em di saet 06.00an de tên kar û di saet 19.00an de vedigerin malê. Em ewil îsotan paqij dikin, paşê perçe dikin û davêjin makîneyê. Bi hilberîna îsotan em nanê xwe qezenc dikin. Hewa pir germ e, îsot tûj in. Ji ber wê ez lepikan dixim destê xwe, lê dîsa jî destên min pir dişewitin, dibin bîrin û çermê destên min radibin. Heke ez mecbur nebûma, ez nedixebitîm. Mala me kirê ye, ez mecbur im."

---DÎMEN---

- "Rizqê me ji vê tûjiyê derdikeve"

Polatê got ew rojê 30-40 lire qezenc dike û wiha dewam kir: "Pir şikir. Ez du zarokên xwe yên biçûk bi xwe re tînim, car caran li wan miqate dibim. Pişta mêrê min seqet e, ew dikule. Ez hewl didim him zarokan binêrim û him jî bixebitim. Pir zermhet e, lê dîsa jî ez hewl didim."

Polatê got îsot ji bo nav û dengê bajêr pir girîng e û wiha dewam kir: "Îsot ji bo Rihayê pir girîng e, ji ber vê em hewl didin îsota herî baş çêbikin. Heke tu pir hewl û ked bidî îsoteke tehma wê xweş çêdibe. Em çi bikin, rizqê me jî ji vê tûjiyê derdikeve. Ji ber vê em karê xwe hez dikin."

Dîroka nûkirinê: 19 Tebax 2018, 16:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE