Rêjeya avê li Bendeva Dîcleyê kêm bû

Li Bendava Dîcleyê piştî qapak jê derket rêjeya avê kêm bû.

Rêjeya avê li Bendeva Dîcleyê kêm bû

Li Bendava Dîcleya ku di sînorê Egîla navçeya Diyarbekirê ci digire, piştî ku rêjeya avê kêm bû welatiyan dest bi girtina masiyan kir. 

Li Bendava Dîcleyê piştî qapak jê derket rêjeya avê kêm bû.

 Welatî û masîgiran torên xwe avêtin avê û ji xwe re masî girtin. 

Bendava Dîcleyê li ser Çemê Dîcleyê ji bo ava vexwarinê, vejenê û avdana zeviyan hatiye çêkirin û ji 1997an pê va jî av lê tê komkirin.

5 roj berê ji ber barana gur di bendavê da av zêde bûbû. 

Ji bo ava zêde bê tahliyekirin qapaxên wê hatin vekirin, lê ji wan yek şikest û jê firîbû. Piştî bûyerê 270 milyon mêtrokup ava di bendavê da bû hatibû valakirin. 

Ji bo qapaxa ji cihê xwe derketiye ji Bendava Ilisuyê qapaxek hatibû peydakirin.

Xebatên ji bo bicîhkirina qapax hê dewam dike.AA

Dîroka nûkirinê: 19 Kanûn 2018, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE