Li Budakliya gundê ser Guroymaka navçeya Bidlîsê welatî hesp û gamêşên xwe yên ku zivistanê di tewlê da ne, dibin û di germavan da dişon. Gundî guh nadin hewaya sar, heywanên xwe dibin germava ku germahiya wê 40 pile ye û wan ji herî û qirêjê paqij dikin.
Gundê Budakliyê bi qasî 7 kîlometre ji navenda navçeyê dûr e û ew der bi germavên xwe yên ji bo hin nexweşiyan derman e va tê zanîn û ziyaretvanên wê kêm nabe.
Li herêmê germahiya hewayê di bin sifirê da heta 20 pileyî dadikeve lê rêncberên li gund ji bo ku hesp û gamêşên xwe yên di tewlê da ne car caran dibin germavê.
Ciwanên didin pêşiya gamêş û hespan wan dibin germava ku ava wê 40 pileye û tê da dişon.
Di dema şûştina heywanan da ciwan jî kêf dikin û ew derdikevin ser pişta hesp û gamêşan û xwe diavêjin nav ava germavê û kêf dikin.
Heywanên ku di germava hilm û gulma wê zêde ye da tên şûştin careke ber bi gund û teweyan va tînin.
Baran Ayluyê di germavê da gamêşan şûşt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi taybetî dawiyên heftê diçin germavê û wiha dewam kir: "Em zivistanê wan di tewleyan da xwedî dikin û ji ber vê jî zû qirêjî dibin. Em jî diçin germavê û di hewaya sar da kêf dikin."
Ji şêniyên gund Halît Akin jî got ku ew 6 sale gamêşan xwedî dike û wiha domand: "Ji ber spî û gurîbûnê em heywanan dibin germavê û wan paqij dikin. Em jî carna dikevin germavê."
AA