Robînson Crusoeyê welatê me

Kalê 80 salî ev 14 sal in li giravê bi tenê dijî û daran datîne

Robînson Crusoeyê welatê me

Ziya Abay 80 salî ye û ev 14 sal in bi tena serê xwe li gırava Gola Hazarê dijî. Kalê 80 salî li giravê 3 hezar û 500 dar çandine û hêj jî dixwaze daran biçîne.

14 sal berê piştî hevjîna wî wefat kir Ziya Abay ji Eskişehirê vegeriya welatê xwe Pêrtaga Dêrsimê.

Li navçeyê jî nema û çû girava Gola Hazarê, li wir bi cih bû û bû Robînson Crûzoyê welêt.

Kalê 80 salî li giravê tenê bi çandina daran mijûl dibe û wî heya niha 3 hezar û 500 dar çandine.

Kalê Ziya dibêje, ez bes hezar û 700 lîre mahaniya teqawîdbûnê distînim û ez bi hemû pereyên xwe şitilan distînim.

Abay wiha axivî: ‘’Bes hezar û 700 lîre meaşa min heye, bi wan pereyan ez ê 150 şitlên gilyazan bistînim. Tevî pereyên kargoyê dibe 2 hezar lê dîsa jî ez ê wan daran bikirrim...’’

Piştî ku Ziya Abay wek Robînson Crûzoyê welêt navdar bû ji gelek deran meriv tên cem wî û di çandina daran de alîkariya kalê xwedanxêr dikin.

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE